image

PeyamaKurd - Namzedê CHPê bo serokkomariya Tirkiyê Muharrem Înce ragihand, ku roja duşemê dê serdana mala Selahattin Demirtaş bike.

Namzedê CHPê bo serokkomariya Tirkiyê Muharrem Înce, di hevpeyvîneke taybet de ji medyaya wî welatî re ragihand, ku dê sibe Duşemê (11ê Hezîrana 2018) li Diyarbekirê kampanya xwe ya hilbijartinan birêve bibe.

Muharrem Înce diyar kir, ku ew dê li Diyarbekirê serdana mala berbijêrê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş bike û ligel hevjîna wî Başak Demirtaş û malbata wî bicive.

Herwiha Înce da zanîn ku wî roja 9ê meha Gulanê li girtîgeha Cezayên Giran li Edirneyê serdana Selahattin Demirtaş kiriye û jê re gotiye ku dê li Diyarbekirê jî mîtîngê saz bike.

Înce destnîşan kir ku di wê serdanê de “Demirtaş daxwaz ji min kir, ku serdana mala wî bikim û silavên wî bigihînim hevjîn û herdu keçên wî.”

Muharrem Înce sibe Duşemê (11ê Hezîranê) seet li 5ê êvarî di çarçoveya bangeşeya hilbiijartinan de li Diyarbekirê mitîngeke cemawerî saz dike û piştre biryar e ku serdana mala Demirtaş dike.