image

PeyamaKurd - Ambargoyên Amerîkayê yên li ser Îranê wê 2 rojên din dest pê bikin û yek ji dewletên ku herî zêde dengê xwe li dijî vê derdixîne Tirk û serokê wê Erdogan e, lê dîsa medyaya girêdayî Erdogan îdîa kir ku Tirk sotemeniyê nadin firokeyên Îranê.
 
Rojnameya Yenî Şafakê ya Tirkiyê ku girêdayî Erdogan e û bêyî destûra wî kar nake îdîa kir şirketên dabînkerê benzînê sotemeniyê nadin firokeyên Îranê.

Şirketa Petrol Ofîsiyê li ser vê daxuyaniyek da û diha agahî belav kir “Em agahdar dikin ku ji 1ê Mijdarê pê ve di çarçoveya qedexeyên navdewletî ji bo rêhewaya asmanî ya Îranê û firokeyên Îranê sotemeniyê nedin.”

Herwiha li gor zanyariyên Bloombergê jî tê çaverêkirin ku Amerîka mezintirîn kompanyaya pîşesazî ya Tirkiyê li derveyî cezayan bigire. 

Ji aliyê din ve Wezîrê Enerjî yê Tirkiyê Fatih Donmez ragihand ku Amerîkayê bo Tirkiyê hêj ti nivîs neşandiye, ku dê Tirkiyê li derveyî wan cezayên li ser hinardekirina petrola Îranê were girtin an na. 

Amerîkaya bi rêveberiya Donald Trump qonaxa yekem a cezayên li ser Îranê di meha Tebaxa îsal de sepandibû û biryare qonaxa duyem awan cezayan jî di 5ê Mijdara 2018a de were destpêkirin.