image

PeyamaKurd- Tirkiye û Amerîkayê duh li Amerîkayê gelek hevdîtin pêk anîn, lê belê heta niha levhatin çênebûye.

Ji ber ku Tirkiyê Keşe Brunson hê jî bernedayê, qeyrana di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de çareser nebûye. Ji bo ku levhatinek çêbibe, duh şandeyeke Tirkiyê çûbû Amerîkayê û li wir hinek hevdîtin pêk anîbûn. Lê li gorî hinek çavkaniyan heta niha tu levhatin çênebûne û ji bo ku levhatinek çêbibe, Amerîkayê lîsteyeke ji 15 kesan pêk tê daye Tirkiyê ku werin berdan.

Di vê lîsteyê de 12 welatiyên Amerîkayê yên girtî û 2 welatiyên Tirkiyê yên ku di balyozxaneya Amerîkayê de dixebitin yên bi navê Hamza Akçay û Metin Topuz hene.