image

PeyamaKurd - Hat ragihandin li Iraqê di hilbijartina giştî ya duh hat kirin de li gor encamên nefermî Koalîsyona Nasrê ku serkêşiya wê Serokwezîr Heyder Îbadî dike, bû yekemîn.

Berdevkê Koalîsyona Nasrê Huseyîn Adîlî got, "Koalîsyona Nasrê heta niha li gor encamên ewilîn yekemînê hilbijartinê ye."

Adilî diyar kir, dibe ku encamên hilbijartinê êvarê werin eşkerekirin.

Duh li Iraqê hilbijartina giştî hat kirin û rêjeya beşdarbûnê ji sedî 44 pêk hat.