image

PeyamaKurd- Nivîskarê Tirk yê pisporê Sûriyê Husnû Mahallî îdda kir ku ev êrîş, wê vegerine bi aliyê Tirkiyê de.

Nivîskarê Tirk yê pisporê Sûriyê Husnû Mahallî li ser operasyona Amerîkayê ya li dijî Sûriyê nêrînên xwe parve kirin. Mahallî wiha got:

Min gelek şer dîtin, lêbelê şerên wiha pûç û vala min ti caran nedîtin. Ev hefteyeke ku Amerîka dibêje em ê lêxin, hindik ma em lêxin. Piştre jî lê dixe û direve. Ka bêjin derdê we çi ye. Heke hûn ji dil in, şer îlan bikin û şer bikin.

Mahallî wiha berdewam kir: Operasyon berî encama lêkolîna çekên kîmyewî çebû. Çima li hêviya lêkolîna ispatkirina çekên kîmyewî neman? Lewra dizanin ku ti delîl nîn in. Nîyeta wan tiştekî dî ye.

Mahallî li ser berteka Tirkiyê jî wiha got: “Wezareta Karên Derve ya Tikiyê li ser bûyerê daxuyanî da û got ku “Operasyon ji bo mirovahiyê bû tercûman.” Lê Tirkiye wê bibîne ku ev êrîş wê bi bal wê ve vegere. Lê Tirkiye ji bo êrîşeke li dijî xwe, daxuyaniyeke wiha nake. Bi vê daxuyaniyê Tirkiye çav dike dewletên Rojavayî.