image

PeyamaKurd - Ji aliyê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) hat ragihandin, ku ji destpêka operasyona ji bo kontrolkirina bajarokê Hecînê heya niha, heft kîlometre kontrol kirine û nêzîkî wî bajarokî bûne.

Serkirdeyê Fewca 9an a ser bi HSDê Fehed Xeşam diyar kir, ku hêzên wan ji destpêka ragihandina qunaxa dawî ji operasyona Bahoza Cezîrê ji bo kontrolkirina bajarokê Hecîn û deverên mayî di destê DAIŞê de û heya niha, 7 kîlometr kontrol kirine.

Fehed Xeşam da zanîn, ku wan gundê Baxuz Foqanî bi temamî ji destê DAIŞê derxistiye û niha hêzên wan nêzîkî gundê Sûse bûne, ku bi kontrolkirina Sûse wê hêzên wan nêzîkî rojhilatê Hecîn bibin.

Xeşam destnîşan kir, ku çekdarên DAIŞê tevahiya deverên di bin destê xwe de, mayîn kirine.

Berî du rojan HSD destpêkirina operasyona bajarokê Hecîn ragihandibû, ku weke dawîn asêgeha çekdarên DAIŞê li rojhilatê gundewarê Dêra Zorê  tê naskirin.