image

Protesto û xwepêşandanên mixalîfên li Tunistê her ku diçe li bajarên dî jî belav dibe. Hikûmeta ku nikare pêşî li ber van xwepêşendanan bigire li gelek bajaran yekîneyên xwe yên leşkerî bicih kirin.

Xwepêşender di dema protestoyan de êrîşî ser dezgehên hikûmetê jî dikin. Di rojên dawî de di encama midexeleya hikûmetê 100 xwepêşender hatin desteserkirin.

Protestoyên Tunisê hefteya borî bixwepeşandanên aştiyane dest pê kiribû, lê ji roja duşemê ve bûyerên tundûtujî jî diqewimin. Serokwezîr Yusif Şahid xwepêşenderan bi vandalitiyê sûcdar kir.