image

PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî ragihand, ku ew nikare bi zimanê dayikê (Kurdî) xeber bide ji ber ku dijminatiya gelê Kurd ji zemanekî dirêj ve bo gelên herêmê rewa hatiye dîtin.  

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, di çarçoveya bangeşa hilbijartinan de li Rihayê beşdarî civînekê bû û axiftinek kir.


Temellî di axiftina xwe de bal kişand ser vê yekê ku: “Ez nikarim bi zimanê dayikê axiftina xwe bikim, ji ber ku dijminatiya gelê Kurd ji zemanekî dirêj ve bo gelên herêmê rewa hatiye dîtin. Ez bi çîrokên Rihayê mezin bûm. Bapîrê min ji min re qala bajarekî dadwer dikir. Ev Riha ya delal bajarekî wisa ye ku hezkirin û aştiyê bilind dike.”

Herwiha Temellî  diyar kir ku: “Vê desthilatê got ez demokrat im û bi gotina ‘pirsa Kurd ezê çareser bikim’ derkete rê. Lê ji desthilatên beriya xwe teva bêtir dijminayiya Kurdan kir. Qedexekirina weşan û saziyên Kurdî û  avêtina miletwekîlên Kurd bo girtîgehê, gihişte wê astê ku tehemmula gotina ‘bajarên Kurda’  nakin.”