image

PeyamaKurd - Hejmara kesên ji ber êrîşên rejima Esed û Rûsyayê ji Îdliba bajarê Sûriyeyê direvin gihîşte 40 hezarî.

Rejima Beşşar Esed û Rûsyayê di 4ê Îlonê da êrîşî Hemaya bakur, başûr û başûrê rojavayê Îdlibê kir û ji wê rojê pê va êrîş dewam dikin.

Hejmara xelkê ji êrîşan ditirsin û ber bi bakurê Îdlibê va diçin gihîşte 40 hezarî.

Li gor agahiyan di nav 11 rojan da ji 127 cihan 8 hezar malbatê li Îdlibê koçî kampên nêzîkî sînorê Tirkiyeyê û bajarên li bakurê Îdlibê kirin.

Kesên koç dikin xwe dispêrin kampên penaberan an jî malên eqrabayên xwe.