image

PeyamaKurd- Hevseroka HDPê Pervin Buldan di civîna koma partiya xwe de axivî û got ku me zanîbû ku AKP û MHP li hêviya 2019an namînin.

Buldan wiha berdewam kir: Em dizanin ku ev her du partî nikarin li hêviya 2019an bimînin. Devlet Bahçeli bi serê xwe ev peyv negotiye. Ew bêyî destûra Serokomar Erdogan nikare peyveke wiha bibêje. Di vê dema ku “Rewşa Awarte” hikûm dike de, çawa em ê têkevine pêvajoya hilbijartinê. Lê em jî vê dibêjin: “Hûn bêminet in. Kerem kin, em ji bo hilbijartinê jî amade ne.”