image

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kongreya xwe lidarxist. Di kongreyê de hevserokên xwe yên nû jî hilbijart.

Di Kongreya 3mîn a asayî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, wekî dihate zanîn kandîdên berê hatî ragihandin Sezai Temelli û Pervin Buldan weke Hevserokên nû hatin hilbijartin.

Her du namzet jî bi salan in kar û barên siyasî û sivîl bi rê ve dibin.  Pervîn Buldan 11 sal in bênavber parlementerî dike û berî niha jî di proseya aşitiyê de endama Şandeya Îmraliyê bû.