image

PeyamaKurd- Serokê MİT a Tirkiyê Hakan Fidan li ser mijara kuştina Kaşıkçı agahiyan pêşkêşî kongreya Amerîkayê kir.

Li gor ragihandina Habertürkê, çavkaniyên Amerîkayê dibêjin ku Hakan Fidan li Kongreya Amerîkayê ye û li pişt perdê, hevdîtinên bi endamên kongreya Amerîkayê re dike û agahiyan dide wan. Bi îhtîmaleka mezin wê Hakan Fidan bi agahiya dewletê çûbe wê derê. Lê nayê zanîn bê Fidan bi daweta CIA yê çûye an bi daweta îstîxbarata kongreyê çûye Amerîkayê.

Seroka CIA yê Gina Haspel piştî kuştina Kaşıkçı di şevekê de çûbû Tirkiyê û ji MİT ê rêvebiriya dewleta Tirkiyê, li delîlên kuştina Kaşıkçı nihêrtibû.