image

Peyamakurd - Serokê navenda polîtîk a artêşa Sûriyeyê General Ahmed Hesen li ser amadekariyên Tirkiyeyê yên operasyona ser Rojavayê Kurdistanê (Rojhilatê Firatê) daxuyanî da.

Generalê Sûriyeyê Ahmed Hesen li ser pirsa ku ‘Îhtimala ku dê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan operasyonê li dijî hêzên kurdî yên Rojhilatê Firatê bide destpêkirin’ got, “Divê herkes bersiva gefên operasyona Tirkiyê ya bi ser rojhilatê Sûriyeyê de bide.”

Hesen herwiha bal kişand ser ku ew li ser îhtimala operasyona Tirkiyeyê li benda bersiva Rûsyayê ne û wiha pê de çû: “Divê herkes bersiva vê (operasyonê) bide. Pêwîste bersiv ne tenê ji aliyê artêşa Sûriyeyê be, herwiha pêwîste ji dostên me yên rûsî jî bersiv were ku kordînasyonê pêk tînin û bi Tirkiyê re rêkeftinên wan hene.”

Generalê Sûriyeyî got, “Heger bi aliyê amerîkî re lihevkirina wan çênebûya, bi baweriya me Erdogan daxuyaniyeke wiha nedida.”