image

PeyamaKurd- Di çapemeniyê de hat belavkirin ku Erebistana Si’ûdiyê bi Îsraîlê re li hev kiriye ku jê sîstema parastina hewayî ya bi navê “Qubbeyên Hesin” bikirin. Lê Siûdiyên ku bi rojnama Îsraîlê ya bi navê Haaretz re axifîne mijarê derew derdixin û dibêjin tişteka weha tineye.

Mijara kirîna “Qubbeyên Hesin” li ser malpera nûçeyan ya bi navê "Al-Khaleej Online" ku ji Londrayê weşana xwe dike belav bû ku bi sedema Erebistan karibe fuzeyên ku ji aliyê Hûsiyan ve tên avêtin bo ser axa Erebistanê, sîstema Îsraîlê ya “Qubbeya Hesin” dikare wan bide rawestandin. Lewra bi Îsraîlê re peymana xwe girêdane.

Hinek çavkanî dibêjin ku nabe Îsraîl sîstema parastinê ya hewayî bifroşe welatekî Ereb lê bi navbeynkariya Amerîkayê Îsraîl razî bûye ku bifroşe Erebistana Si’ûdiyê. Heta garantiya ewlehiya Îsraîlê daye ku dê li hemberê wan ti tevgerekî çênebe. Di xeberê de nehatiye gotin ku wê çend batarya bên firotin lê wê sîstema parastina hewayî di meha 12an de bê teslîmkirin û li ser sînorê Erebistanê û Yemenê dê bên bicîhkirin.