image

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan: "Niha jî li Minbicê qanalan vedikin. Ev tê çi meneyê? 'Me gor amade kir hûn werin merasima definkirinê bikin' Em ê bikevin wê derê jî."

Erdogan li Meydana Hikûmetê beşdarî merasima vekirinê bû û xitabî gel kir.

Erdogan destnîşan kir bi saya gavên ku bi biryardarî avêtin ji Cerablusê heta El Babê, ji Efrînê heta bakurê Iraqê, ji Cûdiyê heta Gabar û Tendûrekê li erdnîgariyên asê hêzên ewlehiyê derbeyên giran li rêxistinên terorê dixin û wiha got: "Niha jî li Minbicê qanalan vedikin. Ev tê çi meneyê? 'Me gor amade kir hûn werin merasima definkirinê bikin' Em ê bikevin wê derê jî."

Serokkomar Erdogan got ji bo Minbicê soz dan me û gotin 'di nav 90 rojî da em ê wê derê biterikînin' û terk nekirin û got em ê  ya hewce dike bikin.