image

PeyamaKurd-Hat ragihandin ku îro fuzeyeka dinê avêtine Sûriyê lê fuze ji aliyê sîstema parastina hewayî ya Sûriyê ve hatiye îmhakirin.

Tê gotin ku fuze bo baregeha hewayî ya Şayratê hatiye avêtin lê nehat ragihandin bê fuze ji aliyê kê de hatiye avêtin.

Amerîka ragihand ku ji aliyê wan ve ti tevgerek çenebûye. Ajnasa fermî ya Sûriyê SANA ragihand ku fuzeyên bo ser Hûmûsê hatiye avêtin ji aliyê sîstema wan de hatiye îmhakirin.

Hinek medya dibêjin ku balafirên Îsraîlê li seha hewayî ya Sûriyê hatine dîtin.