image

PeyamaKurd - Roja Pêncşema borî, Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê projebiryarek pesend kir û tê de daxwaza hilweşandina girûpên Heşda Şebî li Iraqê kir. 

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got Fransa rolek mezin dît di derxistina wê biryarê de û ji zû de daxwaza hilweşandina Heşda Şebî dike.

Elî Dolemerî ji malpera PDKê re ragihand: “Her ji serî de Fransa daxwaza hilweşandina Heşda Şebî dike, ji ber ku erkê wan girûpên Heşda Şebî bidawî bûye, ku şerê terorîstên DAIŞê bû. Dema Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Parîs kir wê demê berpirsê Fransa gotin ku pêwîst e hemû hêzên û milîsên mîna Heşda Şebî bên hilweşandin.”
Dolemerî wiha domand: “Ewropa ligel rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye û ji bo vê yekê jî daxwaza hilweşandina Heşda Şebî dike. Fransa rolek mezin dît di derxistina wê biryarê de û ji zû de daxwaza hilweşandina Heşda Şebî dike.”