image

PeyamaKurd- Li Fransayê ev du hefteye protestoyên bi sedema zêdekirina bihayê benzîn û mazotê bi dawî nabe. Xwepêşandêrên bi navê “xwedî êlekên zer” di serî de li Parîsê û gelek bajarên din xwepêşandanan dikin û ne diyarê wê kengê bi dawî were.

Polîs di xwepêşandanan de, bi ava şid û xaza çav mudaxele dikin. Niha 133 kes birîndarin û 400 kes jî hatine binçavkirin. Serokê Fransayê Emmanuel Macron got ku wê berpirsên van bûyeran derên ber edaletê. Piştî ewqas xwepêşandan wê Macron îro bi wezîrên xwe re hevdîtinekî pêkbîne.

Mudaxeleya herî zêde di kolana Champs-Elyseesê de çêbû ku bo Parîsê kolaneka girînge, polîs bi tundî li hemberê xwepêşandêran tevgeriya.