image

Bo Rojihilata Navîn her diçe firotina sîlihan zêdetir dibe. Firotana herî zêde Amerîka û welatên Awrûpa dikin.

Li gor rapora SIPRI yê ku rapora li sîlihan belav kiriye, Rojihlata Navîn herêma herî germe ku sîlihan firotine herêmê û tam bûye du qat. Li gor rapora SIPRI yê (Enstîtuya lêkolînên Haştiyê ya Navdewletiya Stockholmê) kirîna sîlihan ji aliyê dewletên Rojhilata Navîn de, di navbera salên 2013 û 2017an de li gor salên borî du qat zêdetir bûye.

Li gor raporê; Amerîka dewleta herî li pêşe ku sîlih firotiye Rojhilata Navîn. Di nava dewletên Awrûpa de Almanya serî dikşîne. Di Rojhilata Navîn de dewleta ku herî sîlihan dikire Erebistana Si’ûdiye. Amerîka û welatên Rojava di 5 salên dawiyê de %95 daxwazên sîlihan bicîh anîne.

Erebistan ji sala 2013an heya niha li Yemenê şer didomîne û daxwaza sîlihan %225 zêdetir bûye. Erebistan piştî Hindistanê tê ku hefteya borî, Erebistan 48 balafirên şer yên teknolojiya pêşkeftî ji Brîtanyayê kirî.

Amerîka sîlihên ku difroşe dinyayê nîvê wan li Rojhilata Navîn e. Almanya firotina xwe ya sîlihan bo Rojhilata Navîn du qat kiriye. Di firotina sîlihan de piştî Amerîkayê Rûsya, Fransa, Almanya û Çîn hene. Tirkiye jî di firotina sîlihan de firotinê zêde kiriye û rêjeya wê %145 e.