image

PeyamaKurd- Ji 2 mehan kêmtir wext maye ku wexta dorpêçên ser Îranê bi taybetî bo ser petrolê were lê ji niha de firotina petrolê ya Îranê %28 kêm bûye. OPEC a ku Îran jî endamê wê ye, li dora 158 mîlyar varêl petrolê difroşe û di nava endamên wê de, Venezuella, Erebistan û di rêza sêyem de jî Îran heye ku xwediyên petrola herî zêdene. Piştî Amerîka ji peymana nukleerî vekişiya, roj bi roj firotina petrola Îranê kêm bû. Ji meha nîsanê û vir de her roj firotina petrola Îranê 810 hezar varêl kêm bû.

Li gor rêjeyên wezareta petrolê ya Îranê di meha nîsanê de her roj Îran 2,87 mîlyon varêl petrol difrot. Nîvê wê, teqrîbên 1,4 mîlyon varêlên wê difrot Çîn û Hindistanê. Di vê dewrê de %60 ê 2,87 mîlyon varêlan Çîn, Hindistan, Japonya û Kore ya Başûr dikirî. Yên mayî difrot Yekîtiya Awrûpayê, Tirkiye û Emaratan.

Di gulanê de petrola ku her roj 2,7 mîlyon dolar difrot derve, di meha hezîranê de daket 2,61 mîlyon varêlî. Îrana endamê OPEC ê di heman dewrê de 2 mîlyon 280 hezar varêl petrol û 330 hezar varêl kondensata xazê firot derve.

Bi dorpêça Amerîkayê firotina petrola Îranê di bazara petrolê de xwe baş nîşan da û daket 2,3 mîlyon varêlan. Çîn û Hindistan di meha temmûzê de kirîna xwe zêde kirin lê Kore û Japonya kirîna xwe kêm kirin. Endamên Yekîtiya Awrûpayê kirîna petrolê kêm kirin.

Îtalya, Fransa, Îspanya û dewletên weka Yûnanistanê, ji Îranê her roj 460 hezar varêl petrolê dikirîn lê ev rêje heya meha temmûzê %40 kêm bû. Şîrketên Fransayê bi temamî kirîna petrolê ji Îranê dan rawestandin.

Çîn red dike ku petrolê nekire û her diçe zêde dike. Di meha tebaxê de her roj 874 hezar varêl petrolê kiriye. Hindistan li gor meha berê kirîna xwe %32 kêm kir û daxist 523 hezar varêlan.