image

PeyamaKurd- Serokê FBI ya Amerîkayê di derbarê Çînê de hişyarî da. Rêvebirê Buroya Lêpirsîna Federal (FBI) Christopher Wray ragihand:

“Ji aliyê gelek tiştan de em û Çîn tên hemberê hev û dewleta herî bi berfirehî, herî tevlihev û demeka zêde bo wê pêwiste ku em tehdîda rakirina wê ya îstîxbarî bikin.”

Wray ragihandina xwe di civîneka navxweyî de kir û got ku Amerîka ji aliyê dewletan û faktorên derveyê dewletan ve tên tehdîd kirin û Çîn dixwaze ji aliye bazirganî, înovasyon û mulkiyeta fîkrî de bikeve nava sînorên wan û sirrên wan bidest bixe.

Wray got bo bigihên armanca xwe, mudaxeleya fîberî, sermaya derve, kirîna şîrketan û zincîra amadekariyê tehdit dikin û gelek rêyên ne rewa bikartînin.