image

PeyamaKurd - Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen, li ser ambargoyên li dijî Îranê nerazîbûn nîşan da û peyameke ku piştevaniya Îranê dike weşand.

Berdevkê HDPê Bilgen, li ser hesabê xwe yê Twitterê peyameke ku piştgiriya Îranê dike weşand û ev yek li ser medyaya civakî bû sedemê aciziya bikarhênerên Kurd.

Bilgen li ser hesabê xwe wiha nivîsand: "

"Dengdayîna zihniyeteke ku biryara Amerîkayê ya ambargoya li ser Îranê wek firsendê dibîne di Remezanê de rojiyê dişikîne."

Vê peyama ecêb û xerîb a Bilgen bû sedemê aciziya Kurdan. 

Bilgen ev peyam li ser daxuyaniya Wezîrê Aboriyê yê Tirkiyê Nihat Zeybekçi da ku got: "Ambargoya Amerîkayê li ser Îranê ji bo Tirkiyê Firsendek e."

Bikarhênerên Kurd jî ji Bilgen pirsîn, "Gelo tu bi çi rûyî berevaniya Îranê dikî?"
"Ma berevaniya Îranê bi serê te maye?"  "Ma berevaniya ku her rojê xortên Kurdan li ser vîncan bi dar ve dike bi serê te maye?"