image

PeyamaKurd- Tora Mafê Mirovan ya Sûriyê ragihand ku li herêma Îdlîbê ku goya herêmeka bo aramkirinê hatiye bijartin, di nava 1 salekî de, bi êrîşên Sûriyê û Rûsyayê, hezar û 109 kesên sîvîl hatine kuştin.

Tora Mafê Mirovan ya Sûriyê raporekî bo herêma Îdlîbê belav kir û behsa êrîşên Esed û hevalbendê wî Rûsyayê kir. Di raporê de; ji gulana 2017an heya gulana 2018an, li îdlîbê 255 zarok, 209 jin bi temamî hezar û 109 sîvîl hatine kuştin.

Di raporê de tê gotin ku ji êlûna 2017an û vir de, hêzên rejîmê û Îran bi desteka Rûsyayê, êrîşên xwe bo ser herêma aramkirinê zêdetir kirine. Her sê hêz, êrîş birine ser 233 navendên sîvîl. Di nava wan de dibistan, çarşî û navendên tenduristiyê hene.

Di raporê de dibêje ku Rûsya û îttîfaqa Esed sîlihên qedexekirî bikaranîne û di nava wan de 752 cara bombayên varêl, carekî sîlihên kîmyewî, 19 car bombeyên mîsketê û 16 car jî sîlihên şewatê bikaranîne.

Di raporê de tê xwestin ku dawî li lêxistina hedefên sîvîl bê anîn û berpirsên wan êrîşan, di dadgehên ceza yên navdewletî de bên dadgehkirin.