image

PeyamaKurd - Nûnerê taybet ê Serokê Rûsyayê yê li Sûriyê  Alexander Lavrentiev, bo agahdarkirina civîna çaralî ya li Stenbolê bi serokê Sûriyê Beşar Esed re hevdîtin kir.

Serokkomariya Dewleta Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand, ku Serokê Sûriyê Beşar Esed der heqê lûtkeya çaralî ku li ser Sûriyê li Stenbolê di 27ê Cotmehê de pêkhatibû bi Alexander Lavrentievê nûnerê Serokê Rûsyayê re guftûgo kirine. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li ser encamên lûtkeyê û derbarê Komisyona  Destûrî  ku dê bê avakirin guftûgo hatiye kirin. Herwiha Serokkomariya Sûriyê radighîne ku herdu alî bibiryarin, bo rakirina astengiyên li hember ji nû de avakirina Sûriyê.  

Nûnerê taybet Lavrentiev, Esed ji encamên lûtkeya çaralî ya li Stenbolê agahdar kir û ragihand, ku Rûsya di tevahiya hevdîtinên siyasî ku dê bên kirin de bo bidestxistina pêşketinan li ser pirsa Sûriyê û bo bi dawî anîna şerî hewl bide.