image

Erebistana Siûdî bang li Netweyên Hevgirtî kir û got; biryarên dorpêça Îranê zêdetir bikin. Wzîrê karê derve ye Erebistana Siûdî Adil El Cubeyr bang li Nteweyên Hevgirtî kir û jê xwest ku dorpêça Îranê zêdetir bikin.

Cubeyr, di hevpeyvîna xwe ya di tv ya Amerîkayê NBC de weha got: “ Divê Ajansa navdewletî ya enerjiya atomê, ji nêz ve bi mijarê re meşxûl bibe. Aliyê dinê jî tevgera Îranê ye. Alîkariya ku dewleta Îranê dide terorê û bernameya fuzeyên balîstîk. Her du jî îhlala biryarên navdewletî ne. Ji ber her dû mijaran jî divê dorpêça Îranê zêdetir bibe û em dixwazin bibînin.”

Mijareka dinê ya ku Erebistanê û Îranê tîne pêşberê hev mijara Lubnanê ye. Erebistan dibêje ku Îran piştgiriya Hîzbûllahê dike û rojhilata navîn ji aramiyê dûr dixe. Cubeyr ragihand ku Hîzbûllah bûye alavekî Îranê û herêmê tevlihev dike û weha got:

“Hîzbûllah astengiyê danî pêşiya her pênaveka ku Saad Herîrî xwest bavêje û sîstema temamê Lubnanê xesp kir. Hîzbûllah di heman demê de alaveke ku Îran pê mudaxeleyê Sûriyê, Hamasê, Husî û Lubnanê bike û bixe bin bandora xwe. Me dît bê Hîzbûllah çawa herêmê li hev dixe.”