image

PeyamaKurd- Erebistana Si’ûdî bi sedema ku Îran mafê wan yê di ava Kendava Basrayê de binpê kiriye, di civîna giştî ya Neteweyên Hevgirtî de nota ya protestoyê da Îranê. Protesto ji aliyê temsîlkarê Erebistana Si’ûdî yê Neteweyên Hevgirtî Abdûllah bîn Yehya el-Muellimî de hat dayîn.

Li gor ajansa SPA ya Erebistanê, nota bi sedema ku Îran ketiye nava ava Erebistanê ya ciyê ku platformên petrolê yê Erebistanê lê ne. Ew herêm ciyên qedexe ne û bi wê sedemê Erebistan nota da Îranê.

Hem Erebistan ji Îranê xwestiye ku dev ji îhlala sînorên behrê berde ku di vê mijarê de, di sala 1968an de peymana sînorî di navbera her dû dewletan de hatibû îmzekirin.

Di daxwaznameya ku temsîlkarê Erebistanê da sekreterê Neteweyên Hevgirtî de dibêje tevî her tiştî îhlala Îraniyan dewam dike û tekneyên wan dikevin herêmên qedexekirî. Mûellimî ragihand ku di encamê de bûyereka nexweş biqewime, wê berpirsiyariya mijarê ya Tehranê be.

Heya niha Îran di mijarê de ti beyanek nedaye.