image

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Vladîmîr Pûtînê Serokê Rûsyayê der barê geşedanên dawîn yên li Filistînê de bi telefonê axivîn.

Li gor çavkaniyên Serokkomariya Tirkiyê di axaftinê de barkirina balyozxaneya Amerîkayê ji Tel Evîvê bo Qudsê û hedefgirtina Filîstîniyan li Xezzeyê hatin nirxandin.

Erdogan di axaftina xwe ya bi Pûtîn re de destnîşan kir ku "xwepêşanderên Filistînî li ber çavê dinyayê rastî êrîşê tên û ev şermeke mezin e."

Erdogan ji bo Civîna Teşkîlata Hevkariya Îslamî ya Stenbolê jî agahî dan Pûtîn.