image

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, ku piştî hilbijartinên herêmî dibe ku cardin ew qeyûman tayîn bikin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Enqere beşdarî merasîmeke bo vekirina avahiyan bû û derbarê hilbijartinên mehelî de axivî.Erdogan diyar kir, ku piştî hilbijartinên herêmî dibe ku em cardin qeyûman tayîn bikin. Di van hilbijartinan de kesên ku tevlî terorê bûne bêne bijartin, bi tayîna qeyûman em ê meşa xwe bidomînin.

Herwiha Erdogan destnîşan kir, ku heke di van hilbijartinan de kesên ku tevlî terorê bûne bêne bijartin em wiha bisekinin, bila wiha bibe, ev bibe tune. Em ê di heman demê de qeyûman tayîn bikin û meşa xwe bidomînin.

 

Piştî hilbijartinên mehelî yên 2014an li Bakurê Kurdistanê ji 102 şaredariyên di destê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de bo 94ên wan ji aliyê hikûmetê ve qeyûm hatibûn tayîn kirin.