image

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan careke din gef li YPGê kir û ragihand ku ji Rojavayê Kurdistanê heya Qendîlê ewê bi berdewamî şerê PKKê bikin.

Erdogan di Parlamana Tirkiyê de, ji perlemanterên partiya xwe re got: Me di nav sînorên Tirkiyê de PKK şikandiye û emê li derveyî sînor jî şer bikin heya em dawiya PKKê bînin.

Erdogan diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê ji Girê Sipî heya Qamişlo, li Iraqê jî, li Şingalê û Qendîlê ewê bixurtî şer bikin.

Li aliyekî din Erdogan bang li CHPê kir ku pêdeçûnekê ji pêwendiyên xwe re li gel HDPê bike û got: PKK li Bakurê Kurdistanê li meydana şer tengav bûye û dixwaze di siyasetê de xurt bibe û HDP bihêz bike. HDPê bi xêra dengên CHPê kete nav Parlemanê û CHPê bi vê siyasetê piştevaniya PKKê kir.