image

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyê û endamê Serokomariyê yê AKPê Recep Tayyip Erdogan di mitîngê de erza mamosteyekî şikand.

Îro Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li bajarê Rizeyê mitîngek li dar xist. Di mitîngê de mamosteyekî ji Erdogan daxwaza tayînkirinê kir. Piştî vê daxwazê Erdogan pir qeherî û li erza mamosteyî da û wiha bersiva wî da: Here vê tiştê ji Kemal Kiliçdaroglu re bêje, tiştên wiha ew dike.

Erdogan wiha berdewam kir: Heta niha me li meydanên mitîngan çi gotibe, li meclîsê jî heman tişt gotiye. Li Diyarbekir û Colemêrgê çi parastibe, li Trabzon, Rize, Giresun û Edenê jî me heman tişt parastiye. Me ti caran nehişt ku siyaseta durû têkeve nava partiya me de. Ser çar pên rayan em nikarin li nirxên xwe bibûrin. Em dibêjin em ê 20 hezar mamosteyî tayîn bikin. Kiliçdaroglu dibêje em ê hemî mamosteyan tayîn bikin. Ku bikaribe bila bike.