image

PeyamaKurd - Herçiqasî Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan çendîn caran got divê faîz zêde nebe jî saziya ku îdî bi temamî fermanê jê distîne faîz derxist asta herî bilind.

Bankeya Navendî ya Tirkiyeyê rêjeya faîzê ya îhaleya repoya hefteyekê (faîza polîtîkayê) 625 puan zêde kir û derxist ji sedî 24an.

Lijneya Polîtîkaya Pere ya Bankeya Navendî daxuyanî da û got, "Her çiqas şert û mercên daxwaza hundirîn kêm bibe jî, di tevgerên biha dayînê da xirabûn li gor zêdebûna enflasyonê rîsk dewam dike."

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Bankeya Navendî di çarçoveya mebesta bingeh a îstiqrara fiyetan da wê bikaranîna hemû amûrên di destê xwe da bidomîne."

- Wê ji 14ê îlonê pê ve dest pê bike

Daxuyaniya çapemeniyê a li ser rêvebiriya lîkîdîteya lireyê Tirk a Bankeya navendî li ser malpera înternetê ya bankeyê hat weşandin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku fona ku vê gavê di wedeya şevê da tê kirin wê ji 14ê îlonê pê va di wedeya hefteyekê da wê were kirin û wiha dewam kir: "Ji bo ku tevahiya fonê di wedeya hefteyê da were kirin, pêvajoya derbasbûnê hefteyek hat tayînkirin û hûrgiliyên teknîkî wê paşê werin daxuyandin."