image

PeyamaKurd- Encumena Niştimaniya Kurdên li Sûriyê (ENKS) di derbarê rewşa Efrînê de daxuyaniyek da û got ku li Efrînê kuştin, îşkence û talan her roj zêde dibe. Divê berî gavekê ew bûyer werin sekinandin.

Encumena Niştimaniya Kurdên li Sûriyê (ENKS) di derbarê rewşa Efrînê de daxuyaniyeke nivîskî da û got ku çekdarên opozîsyona Sûriyê bi piştgiriya leşkerên Tirkiyê li dijî gelê Efrînê sûcên mezin dikin. Efrîn bi tevahî hate talankirin. Bingeha wê hate xirakirin. Avahiyên dîrokî hemî têne hilweşandin. Gel her roj tê girtin û îşkencekirin. Ev qas sûcên giran li ber çavên hêzên navnetewî têne kirin.

ENKS kuştina Alîkarê Serokê Meclîsa Efrînê Ahmed Seyxo jî şermezar kir û got ku divê êdî Tirkiye bajêr teslîmî gelê niştecih bike û ji bajêr vekişe.

Artêşa Azad Ahmed Şeyxo girtibû û îşkence lê kiribû. Piştî ku hate berdan Şeyxo jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku ji ber îşkenceya giran Ahmed Şeyxo jiyana xwe ji dest da.