image

PeyamaKurd - Tirkmenên Kerkûkê ji hêzên ewlekariyê xwestin ku sindoqên dengdayînê yên venebûyî biparêzin neyên dizîn.

Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê Erşet Salihî civîna çapemeniyê li dar xist û di civînê de îdîa kir ku, "Ji ber ku guman tevlî hilbijartinê bû, li bajêr rageşî derket. Herwiha em bifikar in ku ev rageşî gur bibe û bibe kaos. Bi hezaran Tirkmenên ku li ber Buroya Kerkûkê ya Komîseriya Hilbijartinê ya Iraqê kom bûne, bifikar û guman in ku rayên wan hatibin dizîn."

Salihî ji hêzên ewlekariyê xwest ku sandoqên yên nevebûyî biparêzin da ku ray neyên dizîn.

Salihî xwest ku teseliya pusûleyên rayan di bin çavdêriya Komîseriya Hilbijartinê ya Iraqê û nûnerên partiyên siyasî da were kirin. Herwiha Salihî bal kişand ku ji bo îstiqrara Kerkûk û herêmê, hilbijartin girîng e û divê ev îstiqrar timî were mihafezekirin.