image

PeyamaKurd – Namzedê serokatiya Komisyona Ewropayê, siyasetmedarê Almanî ragihand, ku ew dixwaze mizakereyên bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê ku bi Tirkiyê re tê meşandin bi dawî bîne.

Manfred Weberê siyasetmedarê Almanî, serokê Partiya Gel a Ewropa (CSU)  ku di parlamentoya Ewropayê de koma herin mezin e diyar kir, ku ew dixwaze mizakereyên bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê ku bi Tirkiyê re tê meşandin bi dawî bîne.

Li gor medyaya Ewropayê, Weberê Serokê Partiya Gel a Ewropa (CSU)  di hilbijartina bo serokatiya Parlamentoya Ewropayê di meha Gulanê de dê bibe namzedê serlîsteya CSUê.

Manfred Weber destnîşan kir: “Wek Serokê pêşerojê yê Komisyona Ewropayê min ê, ji bo bidawî anîna mizakereyên ku di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropa de tê meşandin  hewl bidaya.”

Weber herwiha got: ku ew alîgirê şirîkatiyeke jidiyayî ye ,"Lê belê divê em bi eşkere bixin holê ku dê endamtiya Tirkiyê ya tam çênebe."