image

PeyamaKurd - Li navçeya Pirsûsa parêzgeha Rihayê li Tirkiyê di encama pevçûnê de 5 kes hatin kuştin, 7 kes birîndar bûn.

Li navçeya Pirsûsa parêzgeha Rihayê li Tirkiyê di navbera namzedê AKPê Îbrahîm Halîl Yildiz û dikandarekî de alozî deket û di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn. Di nav kesên jiyana xwe ji dest dane de birayê Îbrahîm Halîl Yildiz û kurekî Rêveberê Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) hene.
 
Li gor agahiyên di dest de Namzedê AKPê yê Rihayê Îbrahim Halil Yildiz ligel girseyek li navenda navçeya Pirsûsa Rihayê di çarçoveya bangeşeya hilbiljartinên 24ê Hezîranê de serdana esnafan kir.
 
Herwiha tê gotin ku piştî esnafekî bertek nîşanî girseya AK Partiyê da niqaş derketiye û alozî vegeriyaye şerê çekdarî.
 
Di encamê de 5 kesan canê xwe ji dest dane û 7 kesên din jî birîndar bûne.
 
Herwiha bo kesên birîndar bûne Ambûlansfir gihiştiye herêmê.