image

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de got, “Kurd şirîkên mezin in. Pêwîst e Kurd di gotûbêjên ji bo pêşeroja Sûriyê de aliyek bin.”

Mike Pompeo di konferanseke li Washingtonê de li ser rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de axivî û diyar kir, ku divê Kurd jî di mizakereyên ji bo pêşeroja Sûriyê de cih bigirin û got, “Em dixwazin bibînin ku ew jî li ser masê ne.”

Pompeo careke din got ku armanca wan a sereke li Sûriyê şerê li dijî DAIŞê ye û got ku niha du armancên wan hene. Hedefa yekem e ew e ku çareseriyeke siyasî û aşitiyane bo krîza Sûriyê bibînin û ew pabendî biryarên NYê ne.

Mike Pompeo ragihand ku armanca wan a duyem jî derxistina çekdarên Îranê ji Sûriyê ye.