image

Li hember pirsa rojnamevan ku ji berdevka wezareta karê derve ya Amerîkayê pirsî: “Eger YPG bi artêşa Sûriyê re bibe yek û êrîşê Tirka bike, hun ê çi bikin?”. Berdevka Amerîka got: Du, hetta sê îhtîmal hene lê ez bersiva vê pirsê nadim.”

Berdevka wezareta karê derve ya Amerîkayê Heather Nauert ragihand ku bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Amerîka û Tirkiyê gelek mijar hene ku grûbên  her dû aliyan yên hevpar li serê biaxifin.

Grûba xebatê ya navbera her dû dewletan roja pêncşemê li Washingtonê li ser esasê hevdîtina Çavuşoğlu û Tillerson ku li Îstenbolê li hev kiribûn, dest pêkiriye. Hevdîtin wê îro û siba jî dewam bike. Wisa diyare ku wê hevdîtin zêde dewam bikin. Dibe ku mijara Efrînê jî bê rojevê û zorê bidin ser Tirkiyê.

Bo hevdîtinên navbera her dû dewletan Nauert ragihand ku du duzîne (24) kes ji Amerîkaye tevli civînan bûne. Ji wezareta kerê derve ya Amerîkayê cîgirê musteşar West Mitchell pêşîvaniya hevdîtinan dike.

Nauert got ku êrîşa artêşa Tirkiyê bo ser Efrînê bi endîşe ye. Di mijara Amerîka û hevkarên wê HSD de got; eger ne ji HSDê bûya ew nikaribûn li Reqqayê biserbiketina û girîngiya rola wan danî ortê. Hem wan weka hevkarên bi qimet ragihand.