image

PeyamaKurd - Berpirsên Îranê çend caran ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî xwestin ku misteşarên Amerîkî ji welat derxe lê ew ne weke wan difikire.

Serokwezîrê Iraqê Ebadî ji bo pirsa "li Iraqê ji ber DAIŞa rêxistina terorî xebatên ku bi misteşarên eskerî yên biyanî ra tên kirin gelo wê dewam bikin an na?" wiha bersivand:

"Hejmara misteşarên eskerî yên biyanî di dema operayona Mûsilê da gihîştibû asta herî zêde. Piştî DAIŞê me hejmara misteşarên eskerî yên biyanî kêm kir. Em niha piraniya kesên mane jî di mijara têkoşîna DAIŞa li Sûriyeyê da diemilînin. Hewla me heye ku em DAIŞê li Sûriyeyê jî têk bibin. Ji bo li herêmê dawî li terorê bê em dixwazin ku piştevaniya civaka navneteweyî dide me dewam bike."

Wek tê zanîn di gelek mijaran de Ebadî bi ya Îranê dike lê dema dibe meseleya Amerîkayê ji Îranê cuda dibe.