image

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Brukselê civiyan û peywendiyên navbera herdû welatan gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniyeke Ofîsa Serokwezîrê Iraqê, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li Bruksela paytexta Belçîkayê hevdîtinek ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan pêk aniye.

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê diyar kir ku Ebadî û Erdogan bihêzkirina peywendiyên navbera herdû welatan û rewşa siyasî gotûbêj kirine.

Bi armanca beşdarbûna lûtkeya NATOyê, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî êvara Çarşemê çû Bruksela paytexta Belçîkayê. Berî ber bi Brukselê bikeve rê, Ebadî gotibû ku di dijayetîkirina terorê de Iraq li pêş welatên cîhanê ye.