image

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku, ew rêzê li nerîna Merciî digre û dibêje her ji destpêkê ve wî nedixwest bo cara duyemîn bibe Serokwezîr.

Serokwezîrê Karbirêker yê Îraqê di civîneke rojnamevanî de diyar kir, ku ew bi desthilatê nagirin û rêzê li destûrê digirin û bo yekemîn car jî, Ebadî ragihand ku, wî beriya niha jî nedixwest, wîlayeta dûyem ya Serokwezîrtiyê werbigre.

Beriya niha Merciê Şîeyan Elî Sistanî anîbû ziman ku, ne bi dilê wî ye Heyder Ebadî postê Serokwezîriya Iraqê carek din werbigre. Herwiha hatibû gotin ku “Divê rûyek nû, bi şiyan, paqij, wêrek û tund were hilbijartin, pabendî wan xalên ku di gotara ayînî ya roja Îna 27ê Tîrmehê hatiye xwendin be.”

Elî Sîstanî ragihandibû ku eger serokwezîr xwedî van xisletan be dê piştgiriya wî bikin nexwe dê boykotkirina berpirsên hikûmî berdewam bikin.