image

PeyamaKurd - Hat ragihandin, Îro 6ê Kanûnê berê sibê du balafirên piyadeyên deryayî yên Amerîkayê li ser rêhewaya Japanê li hev qelibîn.

Balafira KC-130 ya cureya tanker û balafira F/A-18 a leşkerî li ser asîmanê Japanê li hev qelibîn.

Hat ragihandin ku herdu balafirên Amerîkayê piştî ku li hev qelibîne ketine û pîlotên balafiran ji aliyê hêzên parastina deryayî yên Japanê ve bi birîndarî hatine rizgarkirin.

Di daxuyaniyê de hati diyarkirin ku qezaya balafiran dema firîna perwerdehiyê rû daye û hat îdiakirin ku Amerîkayê keştiya fuzeyan a “USS McCampbell” a Hêzên Deryavaniya Amerîkayê sewqî Kendava Mezin a Behra Japanê kiriye ku Rûsya jî li wê derê heq îdia dike.

Lê Deryavaniya Amerîkayê vê yekê red dike û dibêje, keştiya wan ji bo operasyona seyra serbest li Kendava Mezin dimîne.