image

PeyamaKurd- Ji ber ku şandeya Tirkiyê ya li Amerîkayê li ser mijara Keşe Burnson pêşketinek pêk neanî, dolarî vê sibehê rekoreke dî jî şikand û giha heta bi asta 5.74an.

Piştî ku Tirkiyê Keşe Brunson ji hepsê derxist û xiste hepsa malê de, di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de qeyranê rû da. Heta niha hevdîtinên ku hatine kirin jî tu encam nedan. Ji ber vê yekê di demeke kin de dolar li hember TL.yê Tirkiyê gelekî zêde bilind bû. Di nava çar pênc rojan de dolar li hember TL.yê Tirkiyê ji 4.90î derketa heta asta 5.74ê. Li hember dolarî bêqerbûneke wiha, di dîrokê de cara pêşî çêdibe.