image

PeyamaKurd- Di operasyona KCKê de li 9 bajaran 90 kes hatibûn binçavkirin. Ji van kesan 13 kes ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Li dijî rêxistina KCKê serê hefteyê operasyonek hatibû destpêkirin. Di çarçova operasyonê de ji bo 151 kesî biryara binçavkririnê hatibû derxistin. Operasyon li Amedê û 8 bajarên dî pêk hatibû û di operasyonê de 90 kes hatibûn binçavkirin.

Îro jî 25 kesên di bin çavan de derketin dadgehê. Ji van kesan; Kibriye Evren, Behçet Îne, Celal Yoldaş, Eda Bazancîr, Hûlya Bîçen, Hasret Alp, Sercan Dogan, Aliye Tok, Elîf Harra, Nevriye Çûl Kumru Tokay, Rifat Ronî û Mehmet Temîzyûz bi sûcdarkirina endambûna rêxistina terorî hatin girtin û rêkirin girtîgehê.

Di heman dadgehê de Abbas Çelîk, Emrullah Kaplan, Derya Aslan, Dîdar Çeşme, Dîlnaz Ekmekçî, Seher Tûmer, Pinar Sakik Tekîn, Selma Metîn, Eylem Ceylan, Tûrkî Gûltekîn, Kadrîye Ozcanli û Mehmet Ay jî hatin berdan.