image

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu di ser hesabê xwe yê Tweeterê de ragihand ku bi temsîlkarê taybet yê serokkomariya Îranê, bi Mehmûd Waizî re hevdîtinekî pêkaniye.

Çavuşoğlu got ku ew li ser mijarên di rojeva her dû dewletan axifîne.

Li gor ragihandina medya Îranê; Waizî dê peyama serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî bibe bo serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan. Bi îhtîmaleka mezin wê Mehmûd Waizî, di vê seredana xwe ya rojane de, bi Erdoğan re hevdîtinê bike.