image

PeyamaKurd - Li nuqteya kontrolê ya Ebu Kehfê, pevçûnek di navbera hêzên parastina Minbicê û Rejîmê de derket.

Li nêzîkî nuqteya Kontrolê ya Ebu Kehfa li Rojavayê Minbicê, pevçûneke dijwar di navbera Hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbicê û Rêjîma Sûriyê de derket û di encamê de nuqteya kontrolê ya Ebu Kehfê ji çûnûhatinan re hate girtin.

Derbabarê vê yekê de ji jêdereke herêmî hat ragihandin; dema hêzên rêjîma Sûriyê xwestin derbasî aliyê Minbicê bibin, rastî berevaniya hêzên ser bi Encûmena Leşkerî ya Minbicê hatine û di encamê de, pevçûneke dijwar rûda û ji ber wê jî, rêjîma Sûriyê hatûçûna deriyê Ebu Kehfê da sekinandin.

Jêderê ku agahî ragihand eşkire kir ku heya demjimêr 2yê piştî nîşvro deriyê sînorê Minbicê û rêjîmê girtî bû, lê piştî fişarê welatiyên navçeyê, rêjîm neçar ma ku deriyê Ebu Kehfê veke.