image

PeyamaKurd- Namzetê HDPê yê serokomariya Tirkiyê Selahattin Demirtaş strana xwe bi rêya telefonê gihande hilbijêrên xwe.

Namzetê HDPê yê serokomariya Tirkiyê yê Selahattin Demirtaş ku niha di girtîgeha Edirneyê de ye, axaftina xwe ya heftane ya bi malbata xwe re pêk anî. Demirtaş di axaftina xwe de vê carê jî strana xwe ya ku wî bi xwe nivîsiye bi deng kir. Strana Selahattin Demirtaş li ser hesabê wî yê medyaya civakî hate weşandin. Stran wiha dibêje: “Netirse, dengê xwe bilind bike. Ku dîsa çênebû, bangî Xizir bike, Xizir di dilê te de ye.”