image

Hevserokê HDPê yê di hepsê de Selahattîn Demirtaş bi rêya parêzerên xwe reportajek da Ajansa Nûçeyan a binavê Doganê DHAyê. Demirtaş ji bo mijara Hasîp Kaplanî yê ku ev çend roj in di rojevê de ye got: "Hesîb Beg dê fêm bike ku bi wan peyvan çi qas ji hedê xwe derbas kirî ye. Ew bixwe ne nijadperest û ne cudaxwaz e. Ew siyasetmedarekî ku li hemberî van tişta tekoşîn da ye. Ji bo berpirsiyariya HDPê şert û krîterên partiya me diyar e. Bawerkirin û rêzgirtin e. Ji vana pêv dê tu krîter tunebin.”

Hêjayî gotinê ye ev çend rojin li ser twîtekî parlamenterê kevn yê HDPê Hasîp Kaplanî yê derheqê hevserokatiya nû ya HDPê de krîzek rû dabû ku Kaplanî metirsiya xwe ji bo hevserokek tirk anîbû ziman. Lê ji aliyê desthilatdarên HDPê ve gelek bertek û reaksiyon li hemberî fikrên Kaplanî hatibûn dayîn. HDP bixwe jî di beyana xwe ya fermî de ragihand ku HDP ne tenê partiya kurdan e, ew bi çepgir sosyalîst û mixalîfan meşiyaye û hatiye heta îro.