image

PeyamaKurd - Serokê Ukraynayê Petro Poroşenko di gotara xwe ya rojnameya New York Timesê de, diyar kir ku divê êrîşkariya Rûsyayê ya bi ser Ukraynayê de bê ceza nemîne.

Poroşenko got, dê welatên cîhanê ji zêdebûna hewlên Rûsyayê yên dagirkeriyê re nebe temaşekar û da zanîn, 4 sal berê ew ne xwedî hêzeke ku li hemberî Rûsyayê serî rakin bûn, lê niha ew bi biryar in û amade ne li dijî Rûsyayê serî hildin.

Serokê Ukraynayê di nivîsê de, daxwaz ji civaka navdewletî kir ku li hemberî êrîşkariya Rûsyayê piştevaniya wan bikin û dorpêçên zêdetir li ser Rûsyayê bisepînin.

Li ser bûyera êrîşa ser keştiyên Ukraynayê jî Poroşenko got, hêzên deryavaniya Ukraynayê li dijî keştiyên Rûsî çek neteqandine.