image

PeyamaKurd- Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpayê (DMME) serlêdana ji bo komkujiya Roboskiyê ya ku ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve 19 jê zarok tevde 34 sivîl hatibûn kuştin red kir.

Parêzeran 2 rojan belgeyek dereng teslîmî dadgehê kiribûn û dadgehê jî ev kire sebeba redkirinê.

Yek ji wan kesên ku serî li dadgehê dabû, mamosteyê Zanîngeha Enqerê Kerem Altiparmak bû. Altiparmak di derbarê biryarê de li ser hesabê xwe yê twiterê ev daxuyanî da:

“Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpayê (DMME) ji ber ku parêzeran du rojan belgeyek dereng da, bo komkujiya Roboskiyê ya ku ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve 19 jê zarok tevde 34 sivîl hatibûn kuştin, avête nav taristana dîrokê. Êdî lazim e em navê vê dadgehê bikin “Dadgeha Qebûlnekirinê ya Ewrûpayê.” Lewra tişta herî baş dikin, redkirin e. Bi qasî ku di doza Roboskiyê de Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpayê (DMME) û Dadgehya Makezagonê (AYM) bê’edaletî kiriye û vê be’edaletiyê dilê min êşandiye, tiştekî dî neêşandiye. Xwîn kete dilê min. Artêşa Tirkiyê 19 jê zarok tevde 34 sivîl kuştin. Ev 7 sal in ku tiştek nehate kirin. Êdî niha van kesn ev 7 sal jibîr kirin û ji ber 2 rojan doz red kirin. Êdî tiştekî ku mirov bibêje nemaye.”