image

Televizyona navnetewî ya binavê CNN Amerîka ragihand ku Serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî ji ber birîndariya xwe 5 mehan dev ji serokatiya rêxistinê berdaye.

Amerîka nûçeyên xwe dispêre desthilatdarên amerîkî ku wan bixwe jî ji koçber û daişiyên dîl agahî wergirtine, Ebûbekir Bexdadî meha gulanê ya sala borî di êrişêke hewayî de birîndar bûye û ji ber birîndariya xwe 5 mehan dev ji rêvebiriya rêxistinê berdaye.

Derheqê kuştin yan jî lêdana Baxdadî de heya niha gelek nûçeyên bi esil hatin ragihandin lê agahiyên ji aliyê CNN Amerîkayê ve hat ragihandin di raiya giştî de jî wek nûçeyek nêzîkî rastiyê hat nirxandin.

Li gorî mukirhatinên dîlên daişî, Bexdadî li herêma el Cezîre ya navbera Iraq û Sûriyeyê de dijî.